Şer di roja 9’an de ye: Îsraîlê li Îsfahanê li tesîsa nukleerê xist

Şerê Îran-Îsraîlê di roja 9’an de didome. Îsraîlê di saetên siharê de li tesîsa nukleerê ya li Îsfahanê xist. Îranê jî di tevahiya şevê de fuze avêtin Tel-Avîv, Hayfa û Berşavayê.

ŞERÊ ÎSRAÎL-ÎRANÊ

Êrîşên Îsraîlê û Îranê yên li dijî hev, 9 roj in didomin. Ajansa Nûçeyan a Fars ragihand ku Îsraîlê li Îsfahanê li tesîsa nukleerê xist. Li gorî daxuyaniya rayedarên herêmî, ti zirar negihiştiye nukleerê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê, li rojava û beşên navîn ên Îranê, binesaziya leşkeri hate hedefgirtin, Îranê jî şevê bi fuzeyên balistîk li Tel Avîvê xist. Her wiha êrîşî bajarên Hayfa û Berşavayê jî hate kirin. Li gorî medyaya Îsraîlê di êrîşên bersivdanê yên Îranê de, 25 fuze hatin avêtin. Hat diyarkirin ku ji vane 6 ketine Tel Avîv, Hayfa û Berşavayê.

FERMANDARÊ PARÊZVANÊN ŞOREŞÊ YÊ PAYEBILIND HATE KUŞTIN

Artêşa Îsraîlê di heman demê de diyar kir ku Fermandarê Tugaya Duyemîn a Balafira Bêmirov a girêdayî Hêzên Hewayî yên Parêzvanên Şoreşê ya Îranê Emînpur Cudekî jî hate kuştin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku navendên avêtina fuzeyan a li rojavayê welêt û rampa hatine hedefgirtin. Hate destnîşankirin ku nuqteyên avêtin û depokirina fuzeyan ên li navendên Îranê jî, bi balafirên şer hatine hedefgirtin.

ÎSRAÎLÊ LI KUMÊ AVAHIYEK HEDEF GIRT

Televizyona dewletê ya Îranê jî ragihand ku ‘êrîşeke terorê’ li dijî avahiyeke li bajarê Kum a li başûrê Tehranê, pêk hat. Li gorî daxuyaniya rayedarên herêmî ya Îranê, avahiyeke 4 qat a li semta Salariye ya li bajarê Kum, hate hedefgirtin. Hat ragihandin ku ciwanek 16 salî di êrîşê de jiyana xwe ji dest da.

TRUMP: EZ 2 HEFTE WEXT DIDIM ÎRANÊ

Serokê DYE’yê Donald Trump ji bo şer helwesta xwe ya bêbiryar didomîne. Trump duh daxuyanî da û got, “Dibe ku pêdivî bi mudaxileyê neke.” Trump diyar kir ku rawestandina Îsraîlê zehmet e û anî ziman ku Îsraîl di 9 rojan de serketin bi dest xist. Trump du hefteyên ku weke wext dayî Îranê, bi bîr xist û got, “Ev du hefte ji bo Îranî vegerin aqlê selîm, têra xwe heye. Em bibînin ka wê çi bikin.”