Partiya Çep: Divê hikûmeta Elman sozên têkildarî tecrîdê pêk bîne

Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût piştgirî da daxuyaniya Hikûmeta Federal a Elmanya ya ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got; “Divê hikûmet ji ber van gotinên xwe bikeve nava tevgerê.”

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çend roj berê ketibû rojeva Meclîsa Federal a Elman. Partiya Çep ji bo helwesta hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel a li ser tecrîda li Îmraliyê hîn bibe, pêşnûme pirsek pêşkêş kiribû. Musteşarê Wezîrê Karên Derve Roth diyar kir, divê Ocalan karibe parêzer û malbata xwe bi rêk û pêk bibîne.

Li ser navê hikûmetê Roth daxuyanî da. Roth diyar kir ku hikûmeta Tirk peymanên navnetewî îmzekiriye û daxwaz kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî bibe û Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Endama Meclîsa Federal a Partiya Çep Gokay Akbûlût têkildarî bersiva Hikûemta Federal û banga wê got; “Ez piştgiriyê didim daxwaza hikûmetê.”

Parlamenteer Akbûlût got ew ne li benda daxuyaniyekî wiha bûn ji aliyê hikûemta Merkel ve û got; “Niha ji ber van gotinên Hikûmeta Federal em li bendê ne ku gavên pratîk bavêjin.”

Hikûmeta Federal ev bang li rejîma AKP’ê kiribû; “Peyama Mafên Mirovan a Ewrpayê bicih bîne û îzolasyona li Îmraliyê bidawî bike.” Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût diyar kir ku ew piştgiriyê didin vê bangê û hevdîtinên rêveberiya Berlînê bi nûnerên HDP’ê re erênî dibînin.