Daxuyaniya hikumeta Merkel a li ser Ocalan

Hikumeta Elman a Federal xwest, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Musteşarê Wezîrê Karên Derve Roth diyar kir, divê Ocalan karibe parêzer û malbata xwe bi rêk û pêk bibîne.

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çend roj berê ketibû rojeva Meclîsa Federal a Elman. Partiya Çep ji bo helwesta hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel a li ser tecrîda li Îmraliyê hîn bibe, pêşnûme pirsek pêşkêş kiribû.

Pirsa parlamenterê Partiya Çep Mîchel Brandt wiha bû: Li ser rewşa tendurisitya Abdullah Ocalan ê li girava Îmraliyê girtî ye, ti agahî bi hikumeta federal re heye? Hikumeta federal wê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê bixe nava tevgerê ji bo dîtina parlamenter Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye?"

BANGA 'LI GORÎ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ TEVBIGERE' LI ENQEREYÊ HATE KIRIN

Dihate payin ku di rûniştina pêr a Meclîsa Federal de rayedarên hikumeta Federal bi rengekî devkî bersiva pirsê bidin. Lê bi navê hikumetê, Wezîrê Dewletê yê ji karên Ewropayê Berpirsyar Mîchael Roth daxuyaniyeke nivîskî da. Di metna kurt de ku gihîşt ANF'ê, Roth got, "Bi navê Hikumeta Elman a Federal dixwazim destnîşan bikim; Tirkiye ku endamê Konseya Ewropayê ye, mîna her mijarê derbarê girtiyan de jî neçar e li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere."

Wezîrê federal Roth diyar kir, mîna hevdîtinên navbera hikumetên Yekîtiya Ewropayê, di hevdîtinên bi hikumeta Tirk re jî wan daxwaza bicihanîna mafên girtiyan bi awayekî vekirî ragihandine. Roth bi bîr xist, herî dawî Berpirsyara Mafên Mirovan a hikumeta wan Baerbel Kofler mijar xistiye rojevê.

Roth îdîa kir, helwesta hikumeta Elman a Federal a li dijî zextên dadgeriya Tirk ên li ser mûxalefeta demokratîk eşkere ye û bi dewamî ev bang li rêveberiya Enqereyê kir: "Divê hikumeta Tirk, şerê xwe yê bi mûxalefeta rewa û demokratîk bêhtir sor neke. Hikumeta federal ev helwesta xwe hem ji hikumeta Tirk re ragihandiye, hem jî li Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) û li Konseya Ewropayê aniye ziman."

'ASTENGIYÊN LI ÎMRALIYÊ DIVÊ BÊN RAKIRIN'

Wezîrê Dewletê yê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Roth anî ziman, hikumeta federal heta ku jê tê hewl dide dozên li dadgehên Tirk bişopîne û ji bo agahiyan werbigire bi nûnerên HDP'ê re di nava têkiliyê de ye. Roth li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha axivî:

"Li ser rewşa tenduristiyê ya damezrînerê PKK'ê yê girtî Abdullah Ocalan, agahî li ber destê hikumeta federal nîne. Mîna we, em jî ji çapemeniyê dişopînin. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, Birêz Ocalan 12'ê Çileyê birayê xwe Mehmet Ocalan dît û hate ragihandin ku rewşa wî baş e.

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di rapora xwe ya par de pirsgirêka 'pêwendiya bi derve re' ya girtiyên li Îmraliyê rexne kir. Em vê bangê li hikumeta Tirk dikin; Divê Ocalan karibe parêzer û xizmên xwe bibîne, her wiha em dixwazin hemû astengiyên li pêşiya girtiyên li Îmraliyê wern rakirin."

Di rûniştina pêr a Meclîsa Federal de, parlamentera Partiya Çep Heîke Haensel li ser gefên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê pirsek kiribû. Roth jî di bersiva xwe ya devkî de gotibû, ew dixebitin ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Sûriyeyê asteng bikin.