Partiya Çep a Swêdê piştgirî da HDP'ê

Di Kongreya Herêma Uppsala ya Partiya Çep a Swêdê de êrişên dewleta Tirk ên li ser HDP'ê hatin şermezarkirin û delegeyan dowîzên bi nivîsa "Destên xwe ji HDP'ê vekişînin" hildan.

Kongreya Herêma Uppsala ya Partiya Çep ji ber şewbê li ser înternetê hate lidarxistin. Mêvanê îsal ê navneteweyî Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Dervîş Çîmen bû.

Çîmen silav da beşdaran û delegeyan û têkildarî êriş û zextên tifaqa AKP-MHP'ê yên li ser HDP'ê agahî da. Çîmen anî ziman ku rejîma Erdogan hurmetê nade îradeya gel û rêveberên şaredariyan û parlamenterên bi hilbijartinê hatine ser kar, bi rengê ku li dijî qanûnan e ji wezîfeyê girtiye û qeyûm daniye ser şaredariyên HDP'î.

Çîmen bal kişand ser doza ji bo girtina HDP'ê û destnîşan kir ku HDP wê heta dawiyê li dijî zextan li ber xwe bide.

Serokê Herêma Uppsala ya Partiya Çep Per Markus Risman jî spasiya Çîmen kir ji ber ku tevlî kongreyê bû û diyar kir ku ew êrişên dewleta Tirk ên li ser HDP'ê weke êrişa li dijî xwe dibînin û wê piştgiriya ji bo HDP'ê mezintir bikin.

Di kongreyê de Hanna Victoria Mork û Per Markus Risman bûn hevserok. Delegeyan jî pankarta bi nivîsa "Destên xwe ji HDP'ê vekişînin" hildan û bi hev re sirûda "enternasyonal" gotin.