Partiya Çep a Swêdê banga piştgiriyê li Rojava kir
Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze Rojava dagir bike, bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bibin xwedî helwest.
Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze Rojava dagir bike, bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bibin xwedî helwest.
Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt bal kişand ku dewleta Tirk amadekariya dike ku li dijî sîstema wekhevî ya li Rojava êrîşan bike, bang li hemû cîhanê û hêzên pêşverû kirin ku li dijî dewleta Tirk bibin xwedî helwest.
Sjostedt ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi dîmen peyamek parve kir, anî ziman ku dewleta Tirk wê êrîşî Bakurê Sûriyeyê kuy gelên Kurd, Ereb, Xisistiyan û Misilman bi hev re dijîn bike û ev tişt got:
“Ew der cihê herî pêşketî yê Sûriyeyê ye. Li ti derê bi qasî wê derê mafê jinê ne bi hêz e. Wan DAÎŞ têk bir. Wan bi erdê re ji bo DAÎŞ’ê bide sekinandin şer kirin. Ew ji bo me şer kirin. Niha jî şandina tankan a Tirkiyeyê ya wir û weke Efrînê dixwazin gelên herêmê bidin koçkirin. Dixwazin li herêmê teror bibe desthilat û îslamiya tundra li herêmê bi cih bibin. Divê rê neyê dayîna vê. Divê cîhana derve li dijî vê derbikeve.”
Sjostedt di dawiya axaftina xwe de daxwaz kir ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bê rawestandin. Sjostedt her wiha daxwaz ji Yektîtiya Ewropayê kir ku alîkariya pere ya ji bo Tirkiyeyê jî bide sekinandin û berî ku Tirkiye dest bi êrîşê bike divê cîhana derve bikeve nava tevgerê.
Sjostedt bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo parastina gelan divê çavdêran bişînin herêmê.