Parlementoya Kantona Cenevre tecrîd xiste rojeva xwe

Parlementerên girêdayî 3 partiyên cuda yên li Kantona Cenevre ya Swîsreyê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê xistin rojeva Parlementoya Kantona Cenevreyê.

Parlementera Partiya Sosyalîst a Parlementoya Kantona Cenevre Carolîne Martî ji Keskan Jean Rossîaûd û Katîa Keonellî, ji Partiya Çep (Ensembole a Gaûche) Jean Bûrgermeîster ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û ji bo bikevin tevgerê pêşnûmeyek pêşkêşî Parlementoya Kantona Cenevreyê kirin.

Palementerên ku grevên birçîbûnê bi pêşnûmeykê xistin rojeva Parlementoya Kantona Cenevreyê, bang li Konseya Dewleta Cenevre û Konseya Federal a Swîsreyê ku bikevin tevgerê.

Di pêşnûmeyê de hate gotin ku greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de Leyla Guven û zindanan di qonaxeke krîtîk de ye û bal hate kişandina ser pêkanînên antîdemokratîk ên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd.

Her wiha di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk zext û şidetê li ser gelê Kurd dide kirin, bi taybet li zindanan bipêkirinên mafên mirovan pir li pêş e. Hate gotin ku zext û tecrîde mezin li ser girtiyên siyasî yên Kurd hene ji bo derbaskirina vê jî di serî de Cenevre jî di nav de li gelek navendan bi hezaran mirov di grevên birçîbûnê de ne.

Di pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku bajarê Cenevreyê di mijara mafên mirovan a qada navneteweyî de xwedî cihekî girîng e, bang li Konseya Dewletê ya Cenevre hate kirin û ev tişt hate gotin: “Divê Konseya Dewletê ya Cenevreyê di mijara parastina mafê demokratîk ên gelê Kurd bikeve tevgerê. Divê konsey hemû rêyan bikar bîne ku di berdana girtiyên siyasî yên Kurd rol bilîze. Heman demê divê konsey destek bidin xebatên civakî yên Kurdan ên li Cenevreyê. Dîsa divê konsey têkildarî mijarê Konseya Federal a Swîsreyê bixe tevgerê.”

Wê rojên pêş li ser pêşnûmeya ji bo Konseya Dewletê ya Cenevreyê bikeve tevgerê ku pêşkêşî Parlementoyê hatibû kirin, wê ji aliyê desteya giştî ve bê destgirtin.