Konferansa salane ya asayî ya SNP'ê ku desthilatdarê Skoçyayê ye dewam dike. Ev du roj in di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî" li konferansê stand hatiye vekirin. Bi sedan beşdarên konferansê çûn serdana standê û piştgiriya xwe anîn ziman.
Pêşengên SNP’ê yên çûn serdana standa "Ji Abdullah Ocalan re azadî" ku nûnerên Meclîsa Gelê Kurd û Kongra-Starê lê bûn, peyamên girîng dan gelê Kurd.
Parlamenter, rêxistinên ciwanan û rêveberên SNP’ê diyar kirin ku ew têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji nêz ve dişopînin û "tecrîda mutleq" a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi qasî gelê Kurd wan jî dixe nava fikaran.
Yek ji kesayetên girîng ê SNP’ê û parlamenterê Glasgowê Bob Dorîs ji ANF'ê re axivî.
Bob Dorîs diyar kir ku ew bi hevdîtina bi nûnerên Kurdan re serbilind e û got: “Ez dîroka Kurdan û gelê Kurd ê ku ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin ji nêz ve dişopînim. Ez wek kesekî ku berê serdana Kurdistana Iraqê kiriye, dizanim ku gelê Kurd li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin.”
Dorîs, têkoşîna gelê Kurd û hêzên xweparastinê yên Rojava ku li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan bi rêzdarî silav kir, anî ziman ku di çarçoveya Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin de wê Rojava ji aliyê siyasî, civakî, aborî û leşkerî ve ji nû ve tê avakirin û wê li Rojhilata Navîn civakekî bi îstîqrar temsîl bike.
Dorîs destnîşan kir ku 25 sal in dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd “asteng” e û diyar kir ku pêvajoyeke nû ya diyalog û muzakereyê bi Abdullah Ocalan re were destpêkirin wê rê li ber pêvajoya aştiyê veke. Dorîs da zanîn ku pêvajoya diyalog û muzakereyê ji bo gelê Kurd û çar parçeyên Kurdistanê di nava azadî, aştî û demokrasiyê de bijîn wê roleke sereke bilîze.
‘SOSYOLOJIYA AZADIYÊ’ DIYARÎ WEZÎR GÎLRUTH HAT KIRIN
Berdevka SNP'ê ya Ewropayê Alyn Smîth a ku serdana standê kir diyar kir ku ew kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” ji nêz ve dişopînin û got ku ew ê têkiliyên xwe bi gelê Kurd re bidomînin.
Wezîra Perwerdehiyê ya Skoçyayê Jenny Gîlruth û parlamenterê SNP’ê Greenock Stuart McMîllîan stand ziyaret kirin, parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” stendin û piştgiriya xwe anîn ziman.
Nûnerê Rêxistina Ciwanên Serxwebûnxwazên Skoçyayê Alexander Swanson jî got: “Li ser navê rêxistina me ya ku nûnertiya ciwanên piştevaniya serxwebûna tevahiya Skoçyayê dike, em bi dîtina nûnerên gelê Kurd li konferansê kêfxweş bûn. Em têkoşîna Kurdan a dîrokî û rola Kurdan a di lêgerîna demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn de dişopînin û piştgiriyê didinê.”
Nûnerên jin ên girêdayî Koma Sosyalîst a SNP’ê jî diyar kirin ku ew kampanyayê ji nêz ve dişopînin û piştgirî didinê. Nûnerên jin anîn ziman ku paradîgmaya “azadîxwaziya jinê” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor li ser wan kiriye.
Konferansa salane ya asayî ya SNP'ê ku Serokwezîr John Swinney jî beşdar bû, eleqeyeke mezin nîşanî standa “Ji Abdullah Ocalan re azadî” dan.
Nûnerên Kurdan der barê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa siyasî ya gelê Kurd de agahî dan. Hat dîtin ku Skoçiyan fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve dişopînin, li ser mijarên “azadiya jinê”, “ekolojî”, “demokrasiya radîkal” û “konfederalîzma demokratîk” nîqaş kirin.
Konferans wê piştî axaftinên Serokwezîrê Skoçyayê John Swinney û Wezîrê Karên Derve Angus Roberston bi dawî bibe.