Parlamenterên Çepgir banga 'Rojava biparêzin' li Berlînê kirin

ParlaMenterên Meclîsa Federal ên Partiya Çepgir Hêlîn Evrîm Sommer, Gokay Akbulut û Parlamentera Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr bang li rêveberiya Berlînê kirin û gotin, "Divê xwerêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were parastin û naskirin."

Ev pêlek bû ku li raya giştî ya Elmanyayê li ser dihate axaftin ku Elmanya jî wê bi balafirên Tornado tevlî nav plana 'herêma ewle' be, ku DYE dixwaze li Rojava ava bike. Tê payin ku Elmanya çend mehên pêş li ser vê mijarê biryarê bide. Ji ber ku dema peywirê ya yekîneyên Elman ku bi çarçoweya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê li baregeha leşkerî ya Al-Asraky ya Ûrdinê de wê 31'ê Cotmehê biqede.

Tê payin ku dema peywirê ya van leşkeran were dirêjkirin û tezkereya ku van leşkeran bişînin Rojava vê havînê li Meclîsa Federal derkeve. Lê di serî de şîrîkê hikûmeta Merkel CDU û SPD, partiyên ku li Meclîsê komên wan hene cuda difikirin. Beriya bi çend rojan têkilî nîqaşan, di malpera fermî ya Koma Partiya Çepgir de Sevîm Dagdelen daxuyaniyek dabû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, daxuyaniya 'Partiya Çepgir li dijî wê planê ku bi daxwaza DYE'yê Hikûmeta Federal artêşa Elman bixe nava Sûriyê' ne fikra Partiya Çepgir e. Têkilî mijarê ji Parlamenterên Meclîsa  Federal a Partiya Çepgir Hêlîn Sommer, Gokay Akbulut û Parlamentera Meclîsa Eyaletê ya Hambûrgê Cansû Ozdemîr daxuyanî dan, banga, 'Divê xwerêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were parastin û naskirin' li rêveberiya Elman kirin.

'DIVÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BIBE GARANTOR'

Siyasetmedarên Elman ên Kurd diyar kirin ku bi nûnerên herêmê re li ser daxwazên wan gelek hevdîtin kirine û destnîşan kirin ku dewleta  Tirk gelek caran li dijî hiqûqa navneteweyî tevdigere, êrîşê dibe ser Rojava û dagirkeriya li ser Efrînê hate destnîşankirin.

Parlamenteran gotin, "Kurdan di serfiraziya dijî DAÎŞ'ê de bi roleke diyarker rabûn. Bi gelên Sûriyê re pergaleke demokratîk, aştîxwaz û azadîxwaz ava kirin. Xwerêveberiya li bakur û rojhilatê Sûriyê hem alternatîfê rejîma Esad a antî-demokraîk e û hem jî li dijî milîsên terorîst ên Îslamî alternatîfek e. Em wê gotina ku Kurd şerê wekaletê dikin û tenê fîgûran red dikin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ji bo berjewendiya dewletên din şer dikin. Ji bo ku komên cuda yên li Sûriyê yên etnîk û dînî, bi rengekî azad, demokratîk û wekhevî bi hev re bijîn têdikoşin. Divê mirov hurmetê bide vê têkoşînê, têkoşînê qebûl bike û destekê bide.

Di raya giştî de gelek caran tê gotin xwerêveberiya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo yekîtiya xaka Sûriyê gefxwarinek e, an jî fikrên ku wê mîna rejîma dagirkirinê dibînin, hene. Demak ku mirov dêhna xwe bide ser peymana civakî ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê wê were dîtin ku ev fikir çendî şaş in. Ji bo vê jî divê xwerêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê were parastin û destekkirin.''

Parlamenterên Partiya Çepgir, daxwazên nûnerên xwerêveberiyê wiha rêz kirin: "Pêşî; Xwerêveberiya li bakur û rojhilatê Sûriyê, ji hêla Şamê ve siberojê divê mîna herêmeke demokratîk û navendiya ademî ya Sûriyê were nasîn. Ya din; li dijî êrîşên gengaz ên li ser xwerêberiya demokratîk a li bakur û rojhilatê Sûriyê hewcehiyê bi garantiya parastinê ya Neteweyên Yekbûyî dibîne.''

Parlamenteran her wiha bang li Hikûmeta Federal jî kirin ku bi xwerêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê re aktîf bixebitin, xwestin ku di cih de divê îxracata çekên Elman a ji bo Tirkiyê were rawestin, bi nûnerên Kurd re bi lezgînî têkilî were danîn û hate gotin, "A hewce ne tenê ew e ku mirov derbarê wan biaxive, divê mirov bi aktorên bûyeran re têkiliyê jî deyne."