Parlamenterê EDEK'ê: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin

Parlamenterê partiya EDEK'ê Kostîs Efstathîû di dema serdana çalakgerên greva birçîbûnê de diyar kir ku tecrîd û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin.

Ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê, li bajarê Lîmassolê yê Qibrisê, greva birçîbûnê bi koma duyemîn dewam dike. Greva birçîbûnê li Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê pêk tê û serdanên ji bo çalakiyê dewam dikin.

Herî dawî Parlamenterê Partiya EDEK'ê Kostîs Efstathîû serdana çalakgeran kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi polîtîkaya kujer û dagirkeriyê bersivê dide têkoşîna demokratîk û rewa ya gelê Kurd. Efstathîû got, "Tecrîda li ser lîderê gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî hiqûqê ye. Lewma tecrîdkirina lîderê Kurdan nayê qebûlkirin."

Efstathîû destnîşan kir ku di aştî û demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna xwedî roleke girîng e û diyar ki rku ji bo tecrîd bikeve rojeva Parlamenta Ewropayê wê dest bi kar bikin.

EFSTATÎÛ PIŞTGIRÎ DA KAMPANYAYÊ

Efstathîû diyar kir ku ew piştgiriyê dide kampanya ji bo azadiya Ocalan a şandina nameyan ji Neteweyên Yekbûyî re û bi îmzekirina nameyê tevlî kampanyayê bû.