Pablo: Li vir hêvî heye

Pablo Vazqûez ê ku ji Giravên Kanaryayê tevlî çalakiya meşa dirêj bûye, got, “Li vê derê ji bo avakirina cîhaneke nû hêvî heye. Ev jî hêzê dide min.”

Rêzeçalakiyên ciwan û enternasyonalîstan ên li Elmanyayê li dijî bêbextiya navneteweyî dewam dikin. Çalakî îro di roja 6´an de ne. Di roja 5´an a çalakiyê de di bin berfê û seqemê de bi beşdariya qasî 150 çalakgeran li bajarê Elmanyayê Mannheimê dewam kir. Di çalakiyê de 15 çalakgerên ji Spanya û Katalanyayê û 25 çalakgerên Elman jî cihê xwe digirin. Yek ji van ciwanên enternasyonalîst jî Pablo Vazqûez ê 21 salî ye. Ew ji Giravên Kanaryayê ye. Pablo ev cara duduyan e ku beşdarî meşa dirêj dibe. Ew sedema beşdarbûna xwe wiha diyar dike: "Tiştekî ku di rastiya welatê me de nîne, li vir heye: Hêvî! Li vir hêviya avakirina dinyayeke nû heye. Ev jî min xurt dike."

Ji ber pandemiyê bi dehan enternasyonalîstên xwestin beşdarî çalakiyan bibin nikarîbûn tevlî çalakiyê bibin. Komîteya amadekar a meşa dirêj ev yek ji çalakgerên ji Katalanyayê re jî gotiye, lê wan gotiye şert û merc çi dibin bila bibin, ew ê beşdar bibin. Pablo Vazquez jî yek ji wan e.

Ji ber tevdîrên koronayê rêya wî 5 rojan kişandiye. Ew ji bajarê Tenerîfe yê li Giravên Kanaryayê bi keştiyê dide rê. Digihe Madrîdê, ji wir diçe bajarê Fransayê Metzê û ji wir jî bi otobusê xwe digihîne Frankfurtê. Lê çima wî tevî ku rê kêm bûn jî wî ev rêwîtî da ber xwe? Ew vê yekê wiha rave dike: "Li dinyayê desthilat her roj mezintir dibe û xwe berdide şaneyên civakê, di wan de bi cih dibe. Li şûna ku beramberî vê diyardeya desthilatê em li mala xwe rûnin, divê em li ber belavbûna wê rabin, serî rakin."

Wî jî di pêvajoya Şoreşa Rojava de Tevgera Azadiya Kurd nas kiriye. ji bo wî Şoreşa Rojava mînakeke gelekî hêja ye: "Avahiya Konfederalîzma Demokratîk a Rojava cihê ye û divê ji tevahiya dinyayê re bibe nimûne. Rola jinê ji tecrûbeyên hemûyan zêdetir e.“

Wî kitêbên Ocalan yên li Spanî hatine wergerandin, xwendiye û dibêje ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan gelek tesîr li wî kirine û dibêje "Ocalan tiştên ku dîrokzanên klasîk dinivîsîn nanivîsîne. Ew îdeologek e. Ew fikran hildiberîne, wan vedibîne. Ez îro weke her kesê li vir ji ber ku dixwazim Rêber Apo azad bibe, çalakiyê dikim."

Çavkanî :Yenî Ozgur Polîtîka