Ozdemîr: Divê YE guşaran li ser Tirkiyê giran bike

Berdevka Partiya Çepgira a Parlamentoya Hambûrgê Cansû Ozdemîr got li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li Rojava divê YE zêdetir xwedî biryar be û guşarên li ser Tirkiyê girantir bike.

Berdevaka Partiya Çepgira a Parlamentoya Hambûrgê Cansû Ozdemîr li ser helwesta DYE'yê ya bara êrîşên dewleta Tirk got, ''Helwesta DYE'yê ne etîk e. Ev helwest û bêdengiya dewletên din ên van çend rojan, ji şerê dijî hiqûqa navdewletî ya dewleta Tirk a li ser Rojava ku bûye sedema herikandina xwînê berpirs e.''

Ozdemîr li ser helwesta Ewropayê ya bara dagirkeriya Tirk a li ser Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyê, helwesta heta niha ya Ewropayê bi bîr xist û got, ''Ez vê gavê kêm dibînim, dawiyê di nav heftiyekê de mafên mirovan bi rengekî hovane hatin binpêkirin. Li Serêkaniyê konvoya sivîlan hate bombekirin. Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef hate qetilkirin. YE divê van bîne ber çavan û zêdetir bi biryar be û guşarên girantir li ser Tirkiyê deyne. Erdogan dikene û gefan li YE'yê dixwe. ''

Ozdemîr got wê li gel hevalên xwe yên din ên wekîl ji YE'yê xwestine ku; daxuyaniyeke şermezarkirinê were dayin ku Tirkiyê Peymana Neteweyên Yekbûyî binpê kiriye; Ji Tirkiyê ya ku peymana navnetewî binpê kiriye were xwestin ku dawî li vê dagirkeriyê bîne û yekîneyên xwe yên leşkerî ji Sûriyê vekişîne; li ser Tirkiyê bi asta navnetewî ambargoya çekan were danîn; Otonomiyeke Kurd ku ji hêla 5 endamên domdar ên Konseya Ewlehiyê ve hatî mîsogerkirin; DAÎŞ'iyên ku li girtîgehên herêmên girtîne divê li dadgeheke navnetewî werin darizandin.

Derbarê helwesta yekdeng a Kurdan  a li dijî dagirkeriya Tirk jî Ozdemîr got, ''Em ji bo yekîtiya netewî pêvajoyeke girîng dijîn. Ez di meşan de jî vê dibînim. Li çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran Kurd di rêyekê de dimeşin. Dema ku mirov her roj bênavber vê bibîne û hîs bike ev hîseke zehf xweş e.''