Nobeta Azadiyê ya Ocalan jinên ji Skandinavya dewr girtin

Çalakiya Nobeta Azadiyê ya ji bo Ocalan ku li ber Konseya Ewropayê (KE) ya li Strasboûrgê a Fransayê didome, vê heftiyê ji hêla jinên Kurd ve, ku ji Skandinavyayê hatine tê girtin.

Çalakiya Nobea Azadiyê ya ji bo Ocalan ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an ve li ber KE'yê hatî destpêkirin û ji wê demê ve bênavber didome, kete heftiya 374'an de.

Çalakiya nobetê ya vê heftiyê jinên Kurd ên bi navê Ozan Fîgen, Şîrîn Tokpinar, Mîna Kadirî û Sitiya Emma dewr girtin.

Koma ku nobet dewr girt ku ew ê ji azadiya Ocalan neyên xwarê û heta Ocalan azad bibe nobetê bidomînin.

Jinan gotin gelê Kurd li dijî îxanetê wê li cem Rêbertiya xwe û têkoşîna azadiyê be û bang li her kesê xwedî rûmet kir ku li dijî faşîzmê li ber xwe bidin.