BI DÎMEN

Nobeta azadiyê didome: Ji Rêber Apo re azadî

Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasbourg ji bo azadiya Rêber Apo, di hefteya 657’an de didome.

Nobeta Azadiyê ya ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji bo Rêber Apo 25’ê Hezîrana 2012’an li bajarê Strasbourg ê Fransayê destpê kir, di hefteya 657’an de bi biryardarî didome.

Çalakî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û tunekirina Sîstema Qirkirinê ya Îmraliyê tê domandin. Gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê, çalakiyê didomînin. Di hefteya nû ya çalakiyê de, du welatparêzên bi navê Kemal Dogan û Muhsin Çoban ên ku ji bajarê Nancy ê Fransayê hatine, çalakî dewr girtin.

Kemal Dogan têkildarî çalakiyê axivî û destnîşan kir ku armanca wan a esas azadiya Rêber Apo ye. Dogan bal kişand ser girîngiya çalakiyê û got, “Gelê Kurd û dostên wan 31 sal in li ber saziyên Ewropayê bang dikin. Em li bendê ne ku bi taybetî Konseya Ewropayê û CPT wezîfeyên xwe bi cih bînin.”

Kemal Dogan ev tişt jî got, “Dewleta Tirk eger aştiyeke samîmî bi gelê Kurd re dixwaze, îradeya me Îmralî ye. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava divê bên rawestandin.”