Nobeta Azadiyê bi biryardarî didome
Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasbourgê ya Fransayê didome kete hefteya 450’an. Wê heftiyê welatparêzên Strasbourgê çalakî dewrgirtin.
Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasbourgê ya Fransayê didome kete hefteya 450’an. Wê heftiyê welatparêzên Strasbourgê çalakî dewrgirtin.
Nobeta Azadiyê ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve destpêkirî bi biryardarî didome. Çalakî li bajarê Strasbourga Fransayê li qadeke ku hemû saziyên Ewropayê têde hene tê domandin û her hefteyê bi şeklê koman ji aliyê Kurdên li diasporayê dijîn û dostên wê tê rêvebirin.
Çalakiya Nobedê ku hemû rojên hefteyê di navbera saet 08:30 – 17:00’an de didome, vê hefteyê ji aliyê welatparêzên li Strasbourgê dewr hat girtin. Di komê de Ceco Amed, Vedat Zinar û Îmaîl Maraşî cih digirin.
Di çalakiyê de îşare bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatkirin û hate gotin ku welatên şirîkê komploya navnetewî berpirsiyarên komkujiyên li ser gelê Kurd in.
Heman demê hate diyarkirin ku bi komploya navnetewî xwestin têkoşîna azadiya gelê Kurd tesfiye bikin, her wiha tekez hatkirin Tirkiye ku Endamê Yekîtiya Ewropayê ye bi tecrîdê re berpirsiyarên xwe ya di çarçoveya Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (AHÎS) pêk neaniye.
‘DIVÊ WERE CEZAKIRIN’
Nobeda Azadiya, çalakiya herî demdirêj e ku Kurdên li Ewropayê didomînin. Di vê çalakiyê de bal hat kişandin ku Tirkiye pêdiviyên peymana mafê mirovan a Ewropayê ku îmzekiriye pêk neaniye, lewma ji Konseya Ewropa û Yekîtiya Ewropayê hat xwestin ku di çarçoveya pêdiviyên makezagonê pêkanînan bixin dewrê.
Di çalakiyê de her wiha gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi perspektîfa xwe ya Konfedralîzma Demokratîk ji bo bi dawîbûna şerên li Rojhilata Navîn didomin çareseriyeke pir zelal pêşkêşî mirovatiyê kiriye. Dîsa pirtûkên derbarê bîrdozî û têkioşîna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku bi çendîn zimanan hatine amadekirin tên belavkirin.