Nobedarên vê hefteyê koma ji Stûttgartê ye
Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 9 sal in dewam dike. Nobedarên vê hefteyê jî Kurd û dostên wan ên li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê ne.
Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 9 sal in dewam dike. Nobedarên vê hefteyê jî Kurd û dostên wan ên li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê ne.
'Nobeda Azadiyê' ku li dijî tecrîda giran ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest pê kir, kete hefteya 458'an. Her hefte Kurdên li Ewropayê û dostên wan kom bi kom nobedê digirin. Nobedarên vê hefteyê jî komek ji bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê ye.
Di nava koma Stûttgartê de Seval Gumuş, Sebahat Koç, Dennîs Storz û hunermend Garîp Nûrhak hene.
Çalakî li qada li pêşberî avahiyên Konseya Ewropayê, Parlamenta Ewropayê, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi biryardarî dewam dike. Seval Gumuş bi navê çalakgeran axivî û diyar kir ku cara sêyemîn e ew ji Stûttgartê tevlî çalakiyê dibin û bi vê yekê jî serbilind e.
Seval Gumuş got, "Her cara ku têm çalakiyê hêviya min mezin dibe ku rojekê Rêbertî di nava xwe bibînim, bi vê kelecanê me" û destnîşan kir ku çalakî dîrokî ye, wê rojekê teqez vê hesreta gelê Kurd bi cih bîne.
Seval Gumuş destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kurdan perspektîfa jiyana paşerojê destnîşan kiriye.
Seval Gumuş bi bîr xist ku meha Adarê Hefteya Lehengiyê ye û şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî.
Seval Gumuş bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyên syasî ku li dijî tecrîdê dimeşînin û destnîşan kir daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên gelê Kurd e. Her wiha diyar kir ku bêdengiya saziyên Ewropayê ya li pêşberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê, nayê qebûlkirin.
Seval Gumuş ragihand, bi rêya çalakiya nobedê ya dîrokî ew vî sûcê hevpar teşhîr dikin û anî ziman, nirxên demokratîk û mafên mirovan nirxên hevpar ên tevahiya mirovahiyê ne.
Gumuş diyar kir, welat û saziyên Ewropayê ev nirx kirine mijara bazarê û berjewendiyên aboriyê û destnîşan kir ku gelê Kurd wê li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Sevval Gumuş bang kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe û ji bo vê jî ji her kesî xwest ku çalakiyan zêde bike.
Seval Gumuş işaret bi rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û diyar kir ku Kurd divê vê hefteyê veguherîne hefteya şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd.
'Nobeda Azadiyê' ku li Strasboûrgê 9 sal in dewam dike, li Ewropayê çalakiya herî demdirêj a Kurdan e.