Nobeda ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Frankfûrtê didome

Li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê çalakiya nobedê ya ji serê hefteyê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, didome.

Çalakiya ku 23’yê Sibatê hate destpêkirin ku wê 27’ê Sibatê dawî bibe, her roj di saet navbera 11:00-16:00’an de li Haûptwacheyê tê lidarxistin.

Çalakiya ku hevparên meclîsên FCDK-KAWA dane destpêkirin komên ji pêkhateyên meclîsên Gîssem, Manheîm, Maînz, Darmstadt û Saarbruckenê pêk tên, tevlî dibin. Her roj bi komên nû çalakî tên dewirgirtin. Di roja 4’an a nobedê de jinan cih girt.

Her wiha jinan jî di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’, îmze kom kirin.

Roja Şemiyê jî wê ‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ku starta wê ji Saarbruckenê destpê bike, pêşwazî bike. Wê rawestgeha dawî ya pirtûkxaneyê jî Frankfûrt be. Bi vî rengî wê pirtûkxane bi çalakiyê re bibin yek û bi mîtîngekê dawî bibin.