Neonaziyan gef li rojnamevanan xwarin

Komên Neonazî ku dema dawî di rojeva Elmanyayê de ne, vê carê gef li rojnamevanan xwarin. Rojnamevanên ku bûn hedef rastgiriya tund lêkolîn dikirin.

Piştî ku Waliyê Herêma Kasselê Walter Lubcke 2'ê Hezîranê ji aliyê Neonaziyekî ve hate kuştin, terora rastgiriya tund careke din kete rojeva Elmanyayê. Hucreyên Nazî ku bi navê "Combat 18" derketin holê, herî dawî gef li rojnamevanan xwarin.

Ji nûçegihanekî û rojnamevanekî serbest dixebitin ên li studyoya Dortmundê ya qenala televîzyonê ya dewletê WDR re bi rêya postayê toza spî hate şandin. Li nameyan tenê nivîsa "exit" hate nivîsandin. Hate ragihandin ku her du rojnamevan demeke terora rastigirya tund bi taybetî koma "Combat 18" lêkolîn dikin.

Beriya hefteyekê "Combat 18" dîmenek weşand û di dîmen de îdîa kir ku rojnamevanekî li NDR'ê dixebite 'alîkariyê dide terorîstên çepgir' û gefa kuştinê lê hate xwarin.

Yekîneyên polîsan diyar kirin ku her du bûyer bi hev ve girêdayî ne û toza spî jî ji aliyê koma rastgir ve hatiye şandin. Piştî van gefên kuştinê, nîqaşên ji bo qedexekirina koma bi navê "Combat 18" zêde bûn.