Nazim Yuce û Salîh Azgan li Londonê hatin bîranîn

Nazim Yuce (Agît) ê di 25'ê Çileya 1998'an de şehîd bû û Salîh Azgan (Cahît) ê li Rojava şehîd bû li paytexta Îngilistan Londonê hatin bîranîn.

Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Nazim Yuce (Agît) ê di 25'ê Çileya 1998'an de şehîd bû û Salîh Azgan (Cahît) ê li Rojava şehîd bû bi bîr anî.

Tevî malbatên Yuce û Azgan malbatên şehîdan, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi sedan kes tevlî bîranînê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê sînevîzyona li ser Azgan hatibû amadekirin hate nîşandan.

Piştî xwendina helbestan jî sînevîzyona li ser Nazim Yuce (Agît) ê di sala 1992'an de li Brîtanyayê tevlî nava refên PKK'ê bû û di sala 1998'an de şehîd bû hate nîşandan.

Li civîna bîranînê peyama KCDK-E'yê hate xwendin û hate gotin, "Îro cîhanê PKK û gelê Kurd nas kiriye. Ne ji şehîdên me bûna niha jiyaneke me ya bi rûmet nedibû. Ji bo em hêjayî wan bin em ê hîn bêhtir têbikoşin. Em ê al û çeka hevrê Agît û Cahît ti carî li erdên nehêlin, em ê têkoşîna wan bi ser bixînin."

Bi navê malbata Salîh Azgan Mûztafa Azgan axivî û diyar kir ku Salîh Azgan aşiqê Kurdistanê bû.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Alî Poyraz anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya Kurd bi kedeke mezin gihîşt vê astê û got, "Wan ti carî çok netewandin. Ne li pêşberî faşîzma Tirk ne jî li pêşberî barbarên DAÎŞ'ê."

Civîna bîranînê piştî axaftinan bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.