Namzeda PE’yê Încîr: Divê em ji Tirkiyê re bibêjin ‘bisekine’!

Namzeta Parlementoya Ewropayê (PE) Evîn Încîr got, "Dema nirxên YE’yê bibin nirxên Tirkiyeyê, wê ev her du aliyan jî xurt bike.”

Evîn Încîr a 34 salî û eslê xwe ji Amedê ye, di hilbijartina 26’ê Gulanê ya PE’yê den wê li ser navê Partiya Karkerên Sosyal Demokrat a Swêdê (SAP) tevlî hilbijartinê dibe.

Di vê hilbijartinê de tê payîn ku Încîr teqez bê hilbijartin. Încîr, demeke dirêj e ku di bin banê SAP’ê de siyasetê dike.

Încî ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ew bawer dike ku Yekîtiya Ewropayê di hêla mijarên xurtkirina demokrasî mafê mirovan û tevkariya navneteweyî de li welatên Ewropa û li derdorê wê roleke girîng pêk tîne, lewre ew jî dixwaze di nav vê pêkhateyê de cih bigire û xizmeta van nirxan bike.

Încîr; “Ez naxwazim ku li Ewropayê jî faşîzmeke ku 70-80 sal berê niha heyî pêş bikeve. Ez dixwazim Ewropa bibe ewlekarê aştî, ewlehî û demokrasiyê. Heke bikare vê bike wê di aştiya tevahiya cîhanê de bibe xwedîr rolekî girîng. Lewre ez dixwazim di nav vê de cih bigirim.

Li Tirkiyeya ku namzetê Yekîtiya Ewropayê ye, pêşketinên mîna Macaristanê pêk tên. Li ser rojnameger û mixalifan zext tên kirin, pêşî li wan tê girtin û rojnamegeran digirin û dixin zindanan. Ji hêla rojnamegerên girtî ve Tirkiye, di rêza yekem de ye.

Lewre divê Yekîtiya Ewropayê li hemberî Tirkiyê bibe xwedî helwesteke zelal. Gelek welatên wiha ku heq nakin, alîkariyê ji Yekîtiya Ewropayê digirin. Ji bo alîkariyên ji van welatên ku mafê mirovan tê binpêkirin bê sekinandin, ez hewl bidim. Ji bo ku ev pere, ne ji hikumetên zordar re, ji gel û xizmeta mafê mirovan û demokrasiyê re biçe, ez bikevim nav hewldanan.

Ez dixwazim ku Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Pêwîstiya Tirkiyê bi YE’yê, ya YE’yê jî bi Tirkiyeyê heye. Lê belê binpêkirinên mafan, zextên li ser Kurdan heke bidomin, divê YE li hemberî Tirkiyê helwesteke zelal bigire, zext lê bike ku Tirkiye mafê mirovan û demokrasiyê pêk bîne. YE divê êdî ji van pêkûtiyên dij demokrasiyê yên Tirkiyê re bêje êdî bes e.