MOP: Suryanî di hedefa dewleta Tirk de ne

Partiya Azadiyê ya Mezopotamya (MOP) zextên li dijî Suryaniyan û girtina keşeyekî şermezar kir û banga protestokirina dewleta Tirk li her derê kir.

Partiya Azadiyê ya Mezopotamya (MOP) têkildarî zext û girtinên li dijî Suryaniyan ên ji aliyê dewleta Tirk ve îro daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Keşeyê Dêra Mor Yakûp Sefer (Aho) Bîlecen, Mixtarê gundê Xarabela Joseph Yar û ji gundê Sederiyê Mûsa Taştekîn ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirk ve hatin destgîrkirin. Hinek ji wan hatin berdan lê  Keşeyê Dêra Mor Yakûp Sefer (Aho) Bîlecen hate girtin.”

‘SEPANDINA POLÎTÎKAYÊN MÊTÎNGERIYÊ’

Daxuyanî wiha didome; “Em MOP ev helwesta bêexlaqî ya li dijî keşe hatî nîşandan şermezar dikin û biryara dadgehê dayî nas nakin û nalet dikin. Dewleta Tirk bi meseleya keşe re peyama zextê dige gelê Suryan. Dibêje “Hûnê nêzî polîtîkayên mêtîngeriyê yên ez dişopînim” bibin. Ji ber wê divê gelê Asûrî/Keldan/Suryan li her derê nerazîbûn nîşanî deweta qirker a Tirk bide. Em bang li gelê xwe dikin ku piştî ayîna Yekşemê bi hemû pêkhateyên dêran re li cihê lê welatê lê konsolosxaneyên Tirk protesto bikin. Em bang li raya giştî ya cîhanê û dewletan dikin ku van zextan li dewleta qirker a Tirk bikin. Ji bo berdana keşe Bîlecen bikevin nava hewldanan.”