Serokê Giştî yê Partiya Marksîst-Lenînîst a Elmanya (MLPD) Gabî Fechtner bi nameya ji bo Hevserokê Giştî yê KCDK-E Yuksek Koç re şand piştevaniya xwe ya ji bo grevê anî ziman.
Endamê Komîteya Navendî û Koordînasyona Partiyên Şoreşger û Tevgeran (ICOR) Gabî Fechtner di nameya x we de got: “Bi berxwedêrên grevê yên niha rewşa wan krîtîke re di nava piştevaniyê de ne.”
Di nameyê de hate gotin: “Di nava rêzdarî û rewşeke fikar de we difikirin” diyar kir ku çalakvan ji bo azadiya Kurdan xwedî helwestekî ‘cesaret’ û ‘ mirin ne di xema wan de ye’ nîşan dide.
Di nameyê de herî dawî tê gotin ku têkoşîna hevpar wê serkeftinê bi xwe re bîne.