BI DÎMEN

Mîdya Xelîl a Efrînî: Em li Frankfûrtê qada Newrozê tejî bikin

Mîdya Xelîl a ji Efrînê banga tevlîbûna Newroza Frankfûrtê kir û got: “Tejîkirina qada Newrozê, wê herî zêde ji dijmin re bibe bersiv.”

Şahiya Newrozê ya navendî ya Elmanyayê, 23’yê Adarê wê li Rebstockparka Frankfûrtê were lidarxistin. KON-MED û federasyona girêdayî wê, meclîs û pêkhateyan amadekariyên xwe yên ji bo Newrozê temam kirin.

Civaka Kurd a li Elmanyayê jî ji ber şahiya Newrozê bi kelecan bûye. Mîdya Xelîl a ji Efrînê jî pir bi kelecan e. Mîdya Xelîl ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk koçî Elmanyayê kiriye. Mîdya Xelîl qalê kir ku wan li Efrînê Newroz çawa pîroz dikir û bal kişand ser wate û bandora Newrozê.

Mîdya Xelîl wiha got: “Ji bo em hesabê darên zeytûnê yên Efrînê û dayikên Efrînî bipirsin, em 23’yê Adarê qada Frankfûrtê tejî bikin.”

‘DAGIRKERIYA EFRÎNÊ ÇAVKANIYA XWE JI DIJMINAHIYA LI HEMBERÎ KURDAN DIGIRE’

Mîdya Xelîl axaftina xwe wiha domand: “Dijminekî hov e. Dijminê dîrok û çandê ye. Dijminê dayik, bav û kalên me ne. Em nikarin bêjin tenê ji ber PKK’ê dijminahiya Kurdan dike. Di aliyê dîrokî de dijminê Kurdan e. Me hîs kir ku dijminekî hov êrîşê Efrînê û Kurdan kir. Qasî 68 rojan şev û roj bi balafirên şer bombe li Efrînê barand. Erdnîgariya Efrînê pir fireh nîne; xwedî qadeke coxrafî ya biçûk e. Lê bi balafiran Efrîn dagir kir. Eger ji bejahî be nedikarî Efrînê dagir bike.”

Mîdya Xelîl destnîşan kir ku li Frankfûrtê qada Newrozê wê tejî bibe û wiha got: “Bersiva ku em bidin dijmin ev e: Em hene! Tejîkirina qada Newrozê ya ji aliyê gel ve, wê herî zêde ji dijmin re bibe bersiv. Eger yek Kurd jî bimîne, em ê li hemberî dijmin serî hildin.”

Mîdya Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Newroz ji bo me dengê şehîdan, dengê azadî û gerîla ye. Dengê girtiyan e. Newroz dengê Îmraliyê ye. Newroz ji bo Kurdan her tişt e. Newroz doza Kurdan e. Newroz nasnameya gelan e.”