Meşa li Stockholmê di roja 2'emîn de ye

Meşa Dirêj a li Stockholmê ku li dijî komploya navneteweyî tê lidarxistin di roja 2'emîn de ye.

Di salvegera 21'emîn a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de, Kurdistaniyan tevî dostên xwe li paytexta Swêd Stockholmê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan doh dest bi meşeke dirêj kiribûn. Meş di roja duyemîn de ye.

Çalakgerên ku bi coş beşa doh a meşê bi dawî kirin, saet di 11:00 de li Rålamshovsparkenê li hev kom bûn û dest bi beşa duyemîn a meşê kirin.

'BILA ARTÊŞA TIRK BICEHIME'

Çalakgeran wêneyên Ocalan hildan û bi pankartên xwe dewleta Tirk şermezar kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Asûrî-Suryanî jî bi alên xwe tevlî meşê bûn û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Ocalan gel e, gel li vir e", "Azadî ji coalan re, statu ji gelê Kurd re", "Bijî Serok Apo", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê bikişînin", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" hatin qîrîn.

'HETA KU OCALAN AZAD BIBE'

Ji çalakgeran Amir Babakiri yê ji Rojhilatê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî û got, "Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ku li dijî Rêberê me hate kirin em îsal daketin qadan. Heta ku Ocalan azad bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin."

Babakiri bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê û got, "Ev êrişên dewleta Tirk û çeteyên wan ên cîhadîst dewama komploya navneteweyî ne. Kurdên li hemû parçeyên Kurdistanê divê li hev kom bibin û êrişên qirkeriyê yên dewleta Tirk rawestînin."

'OCALAN YEKANE ÎRADE YE'

Şefîk Agir ê ji Bakurê Kurdistanê jî anî ziman ku ragirtina Ocalan di nava tecrîdê de ne tenê zerarê dide gelê Kurd her wiha zerarê dide gelên Rojhilata Navîn hemûyan û got, "Yekane îradeya ku dikare şer rawestîne û aştiyê pêk bîn Ocalan e. Divê tavilê Ocalan bê berdan."

Meşa Dirêj wê saet di 17:00 de li ber avahiya parlamentê bi mîtîngekê bi dawî bibe.