Meşa ji Zaandamê heta Amsterdamê bi dawî bû
Meşa Dirêj a Tevgera Ciwanên Kurd duh ji bajarê Zaandam ê Hollandayê dest pê kiribû, li stasyona Amsterdam Centraalê bi coş bi dawî bû.
Meşa Dirêj a Tevgera Ciwanên Kurd duh ji bajarê Zaandam ê Hollandayê dest pê kiribû, li stasyona Amsterdam Centraalê bi coş bi dawî bû.
Meşa Dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) ên li Hollandayê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî " Amsterdam Centraalê bi dawî bû.
Meşvan danê sibehê li Stasyona Amsterdam Centraalê hatin ba hev û xwestin meşa xwe li cihê ku lê hiştibûn bidomînin, lê polîsan bi belgeyeke fermî ragihand ku destûra meşê hatiye betalkirin. Meşvanan ji bo protestokirina vê biryarê û vegotina armancên xwe ji raya giştî re heta saet 14:30’an li ber xwe dan.
Hevserokên DEM-NED, Hevserokên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Amsterdam, Den Haag û Arnhem, Berdevkên Komuna Rotterdamê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Li vir axaftin hatin kirin û hate destnîşankirin ku nayê qebûlkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdê de bimîne û azadiya wî hate xwestin.
Axaftvanan banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kirin.