Meşa Hîldesheîm-Hannoverê di roja 2’an de didome

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê meşên dirêj tên lidarxistin.

Li bajarê Hîldesheîmê yê Elmanyayê  meşeke dirêj a 3 rojan a Hîldesheîm-Hannoverê hatibû lidarxistin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn û meş di roja duyemîn de didome.

Kurd û dostên wan sibehê saet di 11.00’an de li rawestgeha dawîn a Tramwaya Sartedtê hatin ba hev û bi pankartên ‘Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re’ dest bi meşê kirin. Li her gund û navçeyên ku meşvan jê derbas bûn, belavok hatin belavkirin. Girseyê posterên Ocalan hildan û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.

Meşa sibê ew ê li Laatzen Leîne Center a  Hannoverê dest pê bike û di saet 15.00’an de ew ê li pêşiya parlementoya Eyaletê ya Nîdersachanê mîtîngek were lidarxistin.