Meşa Hannoverê bi mîtîngekê bi dawî bû

Maşa 3 reojan a Kurdistaniyên li bajarê Hannover ê Elmanyayê li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, bi mîtîngekê bi dawî bû.

Meşa dirêj a ku wê 3 rojan dom kir ji bajarokê Langenhagenê saet 11:00’an destpê kir.  Çalakvan ji pêşiya gara trenê ya Hannoverê destpê kir.

Li ser navê Komîteya Amadekar Altûn Bîschoff beriya meş destpê bike axivî û kar û ewlekariya di dema meşê de bê kirin vegot.

Meş dem bi dem bi astengiyên polîsan re rû bi rû ma. Di meşê de pankarata ‘Ji ber rewşat tenduristî ya Abdullah Ocalan, daxwaz dikin tavilê tecrîd bi dawî bibe’ hate hildan, di roja duyemîn de polîsan dest danî ser. Di pankartê de bi taybet bal dikişand ser benda 3’an a êşkenceyê qedexe dike ya Peymana Mafê Mirovan a Ewropa yê.

Meşa ku polîsan tedbîreke zêde girtibû, heta pêşiaya Parementoya Hannoverê dom kir. Li pêşiya Parlementoyê axaftineke kurt hate krin. Her wiha dosyayeke ku hatibû amadekirin ji bo radestî parlementoyê bê kirin, rendevû hate girtin. Di dema çalakiyê de polîsên Elman dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ kirin hicet û 4 kes destgîr kirin.