Meşa dirêj a li Yewnanistanê di roja 3’an de ye

Li Yewnanistanê meşa dirêj ya li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê di roja 3’an de didome. Îro wê çalakger bimeşin parlamento û konsolosxaneya Tirkan.

Meşa dirêj ya 3 rojan ku li bajarê Lavrîo yê dikeve başûr rojhilatê paytexta Yewnanistan Atîna ku bi armanca protestokirina salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja dawî de didome.

Meş bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi şîara “Ji Rêber Ocalan re azadî, statu ji Kurdistanê re” tê lidarxisitin.

WÊ ÇALAKGER BIMEŞIN KONSOLOSA TIRK Û PARLAMENTOYÊ

Meşa ciwanan di roja 3’an de didome. Tevî rewşa xirab a hewayê û baranê meş bi coşeke mezin didome û tê payîn ku meşvan îro danê nîvro xwe bighînin Atînayê.

Çalakger wê li pêşiya Parlamentoya Yewnanistanê daxuyaniya çapemeniyê bidin û dosyeya ku têkildarî komployê hatî amadekirin wê were pêşkêşkirin. Piştre wê çalakger bimeşin Konsolosxaneya Tirk. Li pêşiya konsolosxaneyê jî wê polîtîkayên îzolasyon û tecrîdê werin protestokirin û daxuyaniya çapemeniyê were dayîn.