Meşa Dirêj a li Swîsreyê sibê destpê bike

Meşa Dirêj a li Swîsreyê wê sibê saet 10:00’an li Palace de la gare 1296 Coppet destpê bike. Cih û saetên derketina otobusan jî diyar bûn.

Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” de li bajarê Lozan ê Swîsreyê bê lidarxistin, sibê destpê dike.

Hate ragihandin ku amadekariyên meşa ku wê bi pêşengiya Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ( TCŞ ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer ( TEKOJIN) a Swîsreyê ve bê lidarxistin, temam bûye.

Li gorî agahiyên Koordînasyonê dane, bi otobus û wesayitan ji herêmên cuda ên Swîsreyê derbasî cihê çalakiyê bibin.

Meşa Dirêj wê sibe saet 10:00’an li Palace de la gare 1296 Coppet destpê bike.

Ji xeynî wesatiyên şexsî, têkildarî cih û saetên derketina otobusan ev agahî hatin dayîn:

ZURIH

Komeleya Çanda Kurd

Saeta rabûnê: 07:30

WINTERTHUR

Cihê kombûnê: Lagerhausstrasse 18, 8400 Winterthur

Saeta rabûnê: 06:30

BERN

Komeleya Çanda Kurd

Saeta rabûnê: 07:30

Koordînasyonê xwest ku her kes bi saziya li nêzî xwe bikevin têkiliyê.