Meşa dirêj a li Stockholmê di roja 2’an de ye

Meşa dirêj a Kurdistaniyên ku li Stockholma paytext û bajarên derdor dijîn a ji bo şermezarkirina 22’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin, di roja 2’an de ye

Kurdistaniyên ku doh meşa dirêj ji Meydana Medborgarplatsena Stockholma paytexta Swêdê destpê kirîn, îro jî seat derdora 11:00’an li Parka Ralambshovê hatin gel hev û di roja duyan de dest bi meşê kirin.

Kurdistaniyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Parka Ralambshovê ber bi Meydana Odenplanê ve dest bi meşê kirin, bi pankartên ku hilgirtin û dirûşmeyên berz dikin komploya navneteweyî protesto kirin.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ocalan gel e, gel jî em in”, “Ji Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re statu” û dirûşmeyên ji bo şermezarkirina zext û qetlîamên dewleta Tirk jî hatin berz kirin.

Ji ber tevbîrên şewbê destûr tê dayîn ku xwepêşandêr bi komên 8 kesî bimeşin.

Meşa dirêj, seat 17:00’an bi çalakiya meşaleyî wê li ber Parlementoya Swêdê dom bike.