Kurdên ku li Ewropayê dijîn ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo hevgirtina çalakiyên greva birçîbûnê li her bajaran dadikevin qadan.
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo hevgirtina çalakgerên greva birçîbûnê li bajarê Anversê yê Belçîkayê meşeke dirêj hatibû lidarxistin. Meş li Brukselê bi dawî bû.
Kurdan di destê sibehê de li Zaventermê bi posterên Ocalan û pankartên ji bo azadiya Ocalan dest bi meşê kirin. Meşvan nîvro gihiştin Brukselê û li wê derê mîtîngek li dar xistin.
Di mîtîngê de ya li Qada Merodeyê rojnameger Zana Azadî axivî. Azadî diyar kir ku komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd tê kirin îro jî didome û got ku, “Divê em jî ji bo pûçkirina vê komployê paradîgmaya Rêbertî ji xwe re bikin armanc û piştgiriyê bidin hevalên ku ji bo Rêbertî ketine greva birçîbûnê.”
Mîtîng bi sloganên ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.