Meşa Dirêj a Ciwanan di roja dawî de ye

Meşa Dirêj a ciwanên Kurd û enternasyonalîst ku ji Frankfûrtê dest pê kir îro li Saarbruckenê bi dawî dibe.

Meşa Dirêj ku ji Elmanya, Fransa û Swîsreyê 110 ciwan tevlî bûne, wê îro bi 13 kîlometreyan dewam bike. Ciwanan ji stasyona trenê ya St. Îngbertê ber bi Saarbruckenê ve dest bi meşê kirin.

Meşa Dirêj bi dirûşma "Rê nede tecrîdê, bi Rêber Apo re azad bibe" pêk tê û tevî provokasyon û zextan bi rengekî serketî di roja 6'an de dewam dike. Kêm maye ku ciwan xwe bigihînin Saarbruckenê. Dirûşma îro ya ciwanan 'Welatparêzî' ye.

Tevî êrişên provokatîf ên polîsên Elman û serma û seqemê, ciwan bi biryardarî û bi coş dimeşin. Dayikên Kudistanî û endamên CÎK'ê jî destekê didin ciwanan. Gelê Elman jî li navenda bajêr ji mala xwe piştgiriya meşê kir. Meş wê li Saarbruckenê bi dawî bibe.

Çalakger wê êvarê di dawiya meşê de biçin salonekê û meşa xwe ya 6 rojan binirxînin. Piştre jî wê sînevîzyonek bê nîşandan û bernameya îro ya çalakiyê wê bi dawî bibe.

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst wê sibeha 14'ê roja Înê bi otobusan ber bi bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ve bi rê bikevin. Çalakgerên Meşên Dirêj ên ku ji 3 baskan ve li Ewropayê bi rê ketin wê li vir bigihêjin hev û ber bi Konseya Ewropayê ve bimeşin.