Meşa dirêj a 3 rojan a li Atîna bi dawî bû

Meşa dirêj a 3 rojan a li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibat a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Yewnanistan Atînayê hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Li bajarê Lavrîo ya Atînayê Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hate protestokirin.

Meşa dirêj a 13’ê Sibatê hatibû destpêkirin bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşma ‘Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statû’ saet 15:00’an gihişte Parlementoya Ewropa ya li Atînayê.

Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Faşîst Erdogan’ hatin qîrkirin.

Li vir dosyayeke têkildarî Komploya 15’ê Sibatê pêşkêşî parlementoyê hate kirin.

Li vir Azad Mahîr axivî, komplo şermezar kir. Mahîr got: “Ji ber ku li dorî Rêber Apo ciwanên Kurd, jin, fedayî û dostên Kurd hebûn, ji bo wê heta heta Rêbertiya me azad bibe wê têkoşîna me bidome.”

Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Sehat Karayazi jî got: “Komplo hê jî didome, Divê her kes divê demê de bi erka xwe rabe.”

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşman bi dawî bû.