Mehmet Sîraç Alp û rêhevalên wî li Stockholmê hatin bibîranîn

Mehmet Sîraç Alp (Şervan Azad) û 12 rêhevalên wî yên ku di 17-18’ê Îlona 2017’an de li Herekolê di şer de yê li hemberî artêşa Tirk şehîd bûbûn, li Stockholmê hatin bibîranîn.

Bibîranîn li Lokala Navendî ya Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Stockholmê hate lidarxistin. Bibîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê hate destpêkirin. Di bibîranînê de sînevîzyona li ser Şervan Azad hate nîşandan.

Piştre nameya bira û rêhevalê wî Mahsûm hate xwendin ê ku di nav refên Tevgera Azadiyê ya Kurdan de şer dike.

Di nameyê de hate diyarkirin ku di nav malbatê de wan herî zêde ji Şervan hez dikirin û got ku “Wî tu carî neheqî qebûl nedikir, li dijî neheqîyê cesareta wî hebû ku her tiştî bike.”

Mahsûm diyar kir ku piştî 20 salan wî li çiyayên Kurdistanê Şervan dîtiye û ligel ku nexweşiyên wî hebûne Şervan berê xwe da çiyayê Zagrosê.

Di nameyê de hate gotin ku “Rêheval Şervan dema ku dora Kobanê hate girtin ew li wir bû. Dema ku li Dêrikê me hev dît, fitiqa wî ya piştê zêde bûbû. Bijîşkan diyar dikir divê emeliyat bibe û platîn têkeve pişta wî. Ji bo ku ji qada leşkerî dûr nekeve, wî ev tişt red kir û dîsa berê xwe da çiyayan.

Ew li heqîqetê gerîya. Rêheval Şervan bûye xelekeke destana berxwedanê ya PKK’ê. Ew bû şopgerê Kemal, Mazlûm û Hayrîyan.”

Xwişka wî Elîf Alp jî ji ANF’ê re axivî û got ku “Di dema Kobanê de ez pê re axivîm. Wê demê got heke ez şehîd bibim bila kes negirîn û bila 7 xwişkên min, bi tilîlîyan min veşêrin. Lê mixabin me nekarî em daxwaza wî bi cih bînin. Du sal in hê cenazeyê wî li holê tune. Em gelekî xemgîn in ku me nekarî em daxwaza wî bi cih bînin.”

Bibîranîn bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.