Mavrîdes: Gûşaran li ser Tirkiyeyê pêk bînin
Parlementerê PE’yê Costas Mavrîdes ê daxwaz ji YE’yê kir ku gûşarên aborî û ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê pêk bîne, bang kir ku alîkariyên bidin Tirkiyeyê bila bidin Kurdan.
Parlementerê PE’yê Costas Mavrîdes ê daxwaz ji YE’yê kir ku gûşarên aborî û ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê pêk bîne, bang kir ku alîkariyên bidin Tirkiyeyê bila bidin Kurdan.
Endamê Koma Sosyalû Demokrat a Parlementoya Ewropayê (PE) Parlementerê Qibrisî Costas Mavrîdes dagirkeriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şiband dagirkeriya li ser Qibrisê.
Mavrîdes dagirkirina Qibrisê bibîr xist û got: “Îro bi heman rengî û şêwazî rejîma Enqerê ji bo krîmînalîzekirin û heman direwan û propagandayê li dijî mirovahiyê sûc dike dibihîsim.”
Mavrîdes ê ji bo Erdogan raste rast têgîna ‘sûcdarê krîmînal’ pênase kir. Costas Mavrîdes bibîr xist ku Kurd li cîhanê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de mutefîkê sereke bû. Mavrîdes diyar kir ku ‘krîmînalek’ mîna Erdogan ê bi salan DAÎŞ destek kir û fînase kir niha dixwaze Kurdan tine bike.
Mavrîdes ê bang li YE’yê kir ku li dijî Tirkiyeyê gûşarên aborî û ambargoya çekan bikar bîne û li hemberî vê alîkariyê bidin gelê Kurd.
Mavrîdes ê peyam ji bo şervanên Kurd ên li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin jî da, anî ziman ku siyasetmedar û burokratên wijdan Ewropayê ya ku wan temsîl dikin sînordar nîne.