'Macron ji mamosteyên bi maeş ên dewleta Tirk aciz e'

Li gorî nûçeyeke rojnameya Le Poînt, Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron plan dike ku dersên Tirk ji nû ve di ber çavan re derbas bike, ku li wan dersan 'propaganda Îslamî-neteweperestî' ya dewleta Tirk tê kirin.

Li Fransayê di vê dema dawî de di serî de komên Îslamî karên siyasî, civakî û çandî yên komên cuda bûbûn mijara nîqaşê. Ji bo pêşî li hewldanên xurtbûna komên ku propagandaya Îslamî ya tundrew û neteweperestiyê dikin, wê bi navê 'Plana têkoşîna li dijî komên civatperest' kar bê kirin.

'PLAN WÊ LI DIJÎ MAMOSTEYÊN TIRK JÎ BÊ BIKARANÎN'

Hate îdîakirin ku tevî meleyên ji derveyî welat hatin wer wiha wê mamosteyên dersên ziman û çandî yên li dibistanên dewletê didin heta bi dibistana seretayî û lîseyê, wê di çarçoveya vê planê de bê nirxandin.

Rojnameya Le Poînt ku yek ji rojnameyên sereke yên Fransayê ye, di nûçeyeke xwe de cih da fikarên Serokkomar Macron ku li dibistanên dewletê yên li Fransayê bi guman e ku mamosteyên Tirkî û çanda Tirk giraniyê didin ser karên 'civatperestiyê'.

MALBATAN JI BER 'PROPAGANDA ÎSLAMÎ-NETEWEPEREST' GILÎ KIRIN

Di nûçeyê de hate ragihandin, mamosteyên ku dewleta Tirk maeşên wan dide li şûna nirx û pîvanên komarê yên Fransayê, 'propaganda Îslamî-neteweperest' dikin.

Li gorî nûçeyê, derdora 15 hezar xwendekarên Tirkiyeyî di çarçoveya dersên ziman û çandê de ji aliyê karmendên Tirkiyeyê ve tên perwerdekirin. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku malbatên gelek xwendekaran ji ber 'propaganda Îslamî-neteweperest' gilî kirine û hate ragihandin ku wê tedbîr bên wergirtin.

Li gorî nûçeya rojnameya Le Poîntê, Wezîrê Perwerdeyê Jean-Mîchel Blanqûer li ser mijarê amadekariyan dike. Li gorî vê yekê, Blanqûer wê di çarçoveya 'Plana têkoşîna li dijî komên civatperest' mamosteyên mîna ajanên propagandayê yên dewleta Tirk dixebitin tevlî vê planê bên kirin.

Di serî de Elmanya gelek welatan beriya niha bi rengekî eşkere nîşan dan ku AKP ji salên 2010'an û pê ve bi rêya bi hezaran mizgeft û dibistanên li Ewropayê propaganda Tirk-Îslamî belav dike û tevneke mezin a ajan-sîxuriyê datîne.