Li Zurîhê şehîd hatin bibîranîn
Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê û şervanên YPG’ê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.
Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê û şervanên YPG’ê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.
Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê Komîsyona Malbatên Şehîdan li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk çalakiyeke bibîranînê li darxist.
Di şexsê gerîlayên HPG’ê Erhan Olçen (Rizgar Farqîn), Amed Avaşîn (Ûgûrcan Soybellî), gerîlaya YJA Starê Zeynep Asya (Gulcan Arik) û şervanên YPG’ê Aslan Kahraman (Brûsk Colemêrg) de şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn.
Di çalakiyê de li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin û sînevîzyona li ser şehîdan hate temaşe kirin.
Çalakiya bibîranînê bi slogana ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.