Li Zurîhê bi hezaran kesan dagirkerî protesto kirin
Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
Li hemberî dagirkeriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî pênc hezar kes hatin ba hev û meşiyan.
Di meşê de pankartên ‘Dewleta Tirk li Rojava çekên kîmyewî bi kar tîne’ û ‘Em li Rojava azadî û jiyanê biparêzin’ hate vekirin û li dijî faşîzma AKP û MHP’ê slogan hate berzkirin.
Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û di mîtîngê de hate diyarkirin ku çekên Ewropayê zarokan dikuje û bombeyên wan li Rojava li ser gelê Kurd dibare.
Di mîtîngê de hate diyarkirin ku wê çalakî sibê saet di 14.00’an de li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî were lidarxistin.