Li Zurîhê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê meşiyan

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi hezaran kes li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûryeyê meşiyan.

Li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsre (ÎDGB) bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad bi sedan kes li Qada Rathaûsburuckê hatin ba hev û meşiyan.

Di meşê de pankarta bi nivîsa ‘Em rê nadin xaka Rojava bê dagirkirin’ vekirin û dirûşmên ‘Ji bo Rojava berxwedanê mezin bikin’, ‘Peymanên xwe yên bazirganiyê û firotina çekan a ji bo Tirkiye bi dawî bikin’, ‘Bombeyên we li Rojava li ser zarokên me û dayikên me tê barandin’ û ‘Nebin ehvkarê komkujî û dagirkeriyê’ hatin qîrkirin.

Di tevahiya meşê de belavok hatin belavkirin.

Piştî girse gihişte Helvetîaplatzê mîtîngek pêk hat. Nûnerê CDK Swîsre Elî Şîmşek, li ser navê KCDK-E Demîr Çelkî û nûnerê PYD Swîsre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku armanca dagirkarî û qirkirinên dewleta Tirk a li Rojava qira Kurdan bînin. Piştî axaftinan û şûnde çalakî bi dirûşman bi dawî bû.