Li Yewnanistanê keştî noq bû: 12 penaber xeniqîn
Li rojavayê Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû, 12 penaber xeniqîn.
Li rojavayê Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû, 12 penaber xeniqîn.
Ajansa Nûçeyan a Yewnanê ANA-MPA diyar kir ku 13 mîlan dûrî başûrê rojavayê girava Paxosê ya li Behra Îyonê keştiya penaberan noq bûye. Hate diyarkirin ku 21 kes hatine rizgarkirin û cenazeyê 12 kesan jî hatine dîtin.
Tê diyarkirin ku di keştiyê de nêzî 50 penaber hebû.