Êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Swîsreyê Winterthurê bi meşeke meşaleyî ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd ve hatî organîzekirin hat protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Winterthurê dijîn, ber êvarî ve li ser kolana Winterthur Steinberggasse hatin ba hev. Çalakiyê, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre girseyê bi meşaleyan dest bi meşê kir û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", “Bijî YPG", Bijî berxwedana QSD", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî PKK” berz kirin.
Di meşê de pankartên “Stop der Terrorist Erdogan, Stop Mord des Kurden", "Defend Kurdistan", Defend Revolution" hatin vekirin, posterên Rêber Apo û alayên YPG’ê hatin vekirin. Piştî meşa bi saetekê girseyê li heman cihî daxuyanî da.
Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê Musa Farisogullari bi kurtî behsa geşedanên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got: “Di serî Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn, bareke mezin dikeve ser milê hemû dostên me yên ku Şoreşa Rojavayê wekî şoreşa xwe dibînin. Em hemû qadan veguherînin qadên piştgiriya Rojava. Em ê Şoreşa Rojava biparêzin. Em bang her kesê ku dibêje ez mirov im dikin ku piştgiriya gelê Rojava bike. Em ê li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin.”
Li ser navê Revolutionärer Aufbau Winterthur û Revolutionäre Jugend Winterthurê jî axaftinên bi Elmanî hatin kirin. Piştî daxuyaniyên komên anarşîst li ser navê Ciwanên Navenda Civaka Kurd a Winterthurê Mîran Mêrdîn daxuyaniya xwe bi Kurdî xwend. Çalakî bi xwendina metna çapemeniyê ya Elmanî ya Hevseroka Navenda Civaka Gelê Kurd a Winterthurê Canfeda Araratê bi dawî bû.
EUSKIRCHEN
Li Euskirchena girêdayî Elmanyayê Kurdistaniyan bi boneya peotestokirina êrîşên dagirkeriyê ên li dijî Rojavayê çalakî li dar xist. Kurdistaniyan alayên YPG û YPJ’ê hildan û gelek caran dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.
Siyasetmedar Nursel Aydogan di çalakiyê de axivî û got: “Li ser bajarê Helebê êrîşek hat pêkanîn û ji ber ku artêşa Sûriyeyê li ber xwe neda HTŞ’ê dest danî ser bajarî. Bi heman awayî hêzên paramîlîter ên bi navê SMO ku Tirkiye piştgiriya wan dike, bi HTŞ’ê re Til Rifet dagir kirin. Wekî her kes dizane, piştî ku dagirkirina Efrînê Kurd bi mecbûrî li Til Rifatê nêzî Şehbayê bi cih bibûn. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser a Demokratîk biryar da ku 200 hezar sivîlan li ciheke ewletir bi cih bike. Lê belê jiyana sivîlên li wir mane di talûkeyê de ye. Ev hêz sivîlên li Rojava dikin hedef.”
Dema ku Endama Kongra Starê Rojîn Cime diaxivî polîsên Elman çalakî provoke kirin. Girseyê li dijî polîsên ku xwestin alayaên YPG û YPJ’ê bi hinceta derqanûnîbûnê berhev bikin, li ber xwe da. Li ser vê yekê polîsên Elman girse xistin bin dorpêçê û nasnameya Kurdistaniyên ku beşdarî çalakiyê bûne kontrol kir û çalakî bi dawî kir.