Li Viyanayê ‘tecrîd’ hate protestokirin

Li Viyanayê tecrîda Îmraliyê hate protestokirin û bal hate kişandin ser berxwedanan.

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Viyanaye ya ku paytexta Avûstûryayê ye, çalakî didomin.

Mîtîng ji aliyê Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk hate lidarxistin û bal hate kişandin ser berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê.

BERXWEDAN HATE SILAVKIRIN

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û pankartên li ser berxwedana grevên birçîbûnê hatin hildan. Di çalakiyê de banga bihisyariyê li raya giştî ya Avûstûryayê û li rêxistinên civakî yên sivîl hate kirin.

Piştî mîtîngê ji bo xwedîlêderketina berxwedana Sûltan Yîgît a ku li lokala komeleyê di greva birçîbûnê de ye, koma Tiyatro Potamiya skêç lîst.