Li Viyana, Munîh û Coîmbra dewleta Tirk hate protestokirin

Li bajarên Munîh, Viyana û Marburg ên Elmanyayê û bajarê Coîmbraya ya Portekîzê Kurdistanî û dostên wê daketin qadan û êrîşên qirker û dagirker ya dewleta Tirk protesto kirin.

VIYANA

Piştî komkujiyên sivîlan a li Serêkaniyê ku her diçe zêdetir dibe li paytexta Ewusturya Viyana bi mebesta şermezarkirina dewleta Tirk xwepêşandanek pêkhat. Xwepêşanderan ku bi awayekî girseyekî di saetên êvarê li meydana netewî ya Ewusturyayê kom bibûn, rêya ‘Ring’ê ku rêya sereke ya bajarê Viyanayê ye li trafîkê girtin û çalakiya rûniştinê pêkanîn. Xwepêşanderan ji hukûmeta Ewusturyayê û rêxistinên sivîl xwestin ku bilez li dijî dewleta Tirk û çeteyên hov helwest nîşan bidin.

MUNÎH

Çawa ku li hemû navendên Ewropayê piştî êrîşên dewleta Tirk ya li ser sivîlan ku her diçe zêdetir dibin Kurdistanî û dostên wê jî li bajarê Munîh ê Elmanyayê xwepêşandanekî protestoyî lidarxistin. Girseya gel ku di nav de hejmarekî zêde Elmanî jî hebûn di saetên êvarê li meydana ‘Stachusplatz’ hatin cem hev û heta meydana ‘Marienplatz’ê meşiyan.

MARBURG

Bi tevlêbûna 300 kesî li Marburgê jî mîtîng û meşek çêbû. Bi dirêjahiya çalakiyê ku 2 saetan dewam kir, drûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, Erdogan’ê terorîst” û “Leşkerên Tirk ji Rojava derkevin” hate berzkirin.

COÎMBRA

Bi mebesta protestokirina êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakurê Rojhilatê Sûriye, roja 12 Cotmehê li bajarê Coîmbra ya girêdayî Portekîzê çalakî pêk hat. Di çalakiya ku navbera saet 18:00 – 20:00’an çêbû de kesên di çalakiyê de cih girtibûn peyamên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û piştgirîdayîna bi berxwedanê re hatin pêşkêşkirin.