Li Vîlîer Le Belê tecrîd hate protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li banliyoya Vîllîer Le Bel a Parîsê hate protestokirin

Li banliyoya Vîllîer Le Bel a Parîsê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. Çalakî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger hate organîzekirin.

Çalakger saet di 14.00’an de li pêşiya gara trênê kom bûn û dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de de sloganên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate berzkirin û posterên Ocalan hatin vekirin. Di çalakiyê de faşîzma dewleta Tirk hate protestokirin.

Çalakî li nava bajêr bi qasî saetekê dom kir û piştre bi mîtîngeke kurt a li pêşiya Navenda Civakî ya Kurdan bi dawî bû.