Li 4 bajaran tecrîd hate protestokirin-NÛ BÛ

Bi armanca protesto kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Fransa Toûloûse jinan çalakî lidarxist. Li Viyana, Den Haag û Stûttgarê jî bi çalakiyan tecrîd hate proteso kirin.

Li bajarê Fransa Toûloûse ji bo pêkanîna daxwazên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û berxwedêrên grevên birçîbûnê çalakiyek hate lidarxsitin. Çalakî bi pêşengiya Komîteya Jinan a Toûloûse hate lidarxistin û belavok hatin belav kirin.

Di çalakiyê de bal hate kişandin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li CPT hate kirin ku ji bo pêkanîna daxwazên Leyla Guven û berxwedêrên grevên birçîbûnê zextan li Tirkiyeyê bike.

Çalakî bi dirûşmeyên “Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin” û “Leyla Guven ne bi tenê ye” bidawî bû.

VIYANA

Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê ji bo pêkanîna daxwazên Leyla Guven û hevalên wê mîtîngek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan li Stephansplatzê li hev civiyan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê hildan.

Mîtîng bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û ji bo bîranÎna Nîna Ahmedî Azadî Yilmaz axivî. Di mîtîngê de strana ‘Dilê min Zagrose’ ku Nîna Ahmedî gelek jê hesdikir hate guhdar guhdar kirin.

Sibê seat 12:00’an li NCDK ji bo bîranîna Nîna Ahmedî ew ê merasîmek were lidarxsitin.

DEN HAAG

Li bajarê Hollanda Den Haagê li pêşiya avahiya Wezareta Karê Navxweyî bi çalakiyekê tecrîd hate protesto kirin.

Çalakî bi pêşengiya TJK-E hate lidarxistin, belavok hatin xwendin û belav kirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Ji Ocalan re azadî, ‘Tecrîd bila rabe, Leyla bijî” hate berz kirin.

STÛTTGART

Li bajarê Elmanya Stûttgarê kon hate vedan. Hevparên Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê di Scholpalztê li hev civiyan û di roja 3’an a çalakiyan de kon vedan û bal kişandin li ser tecrîda li ser Ocalan û piştgirî dan Leyla Guvenê.

Di çalakiyê de belavok jî hatin belav kirin û banga bihestiyarbûnê li raya giştî ya Elmanya hate kirin.

Çalakî îro seat 19:00’an bi dawî bû.