Li Torontoyê bi 100 wesayitî protestoya 15'ê Sibatê

Li bajarê Torontoyê yê Qanadayê li dijî komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd bi konvoyekê çalakiya protestoyê hate kirin.

Meclîsa Demokratîk a Gel a Kurd a Torontoyê ji bo komploya navnetewî ya 15'ê  Sibatê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, şemiyê bi wesayitan çalakiyek kirin.

Li bajêr ku ji ber hêla koronayê tevdîr hatibûne jidandin, gelek kes posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên ku temsîla tevgera azadiya Kurd dikin bi wesayitên xwe ve kirin.

Konvoya ku derdora 100 wesayitî hebû çar saetan li kolanên herî şên bajêr çûn û hatin.

Her wiha ji ber salvegera komployê Yekşemê wê panêleke onlîne were lidarxistin. Panêl bi saeta Qanadayê saet 19.00'an di ser bernameya Zoomê re wê were kirin. Wê parlamenterê berê yê HDP'ê Kemal Aktaş tevlî panêla bi navê, ''Komploya 15'ê Sibatê, bandorên wê yên siyasî û stratejiy3en serdema nû'' bibe.

Meclîsa Demokratîk a Gel a Demokratîk a Torontoyê ragihand 15'ê Sibatê wê bi konvoyeke hê berfirehtir komplo were şermezarkirin.