Li Tirkê ku got 'Allahû Ekber' ceza hate birîn

Polîsên Swîsreyê, li Tirkê ku got 'Allahû Ekber' bi 150 Frankî ceza birî. Ceza bi hinceta 'xerakirina aramiya civakê' hate birîn.

Li gorî nûçeya rojnameya 20 Mînûte ya Swîsreyê, endamê Komeleya Çanda Tirk a Schaffhoûseyê Orhan E., ji ber ku li derve bi dengekî bilind got, 'Allahû Ekber', ji aliyê polîsan ve bi 150 Frankî hate cezakirin.

Li gorî nûçeya rojnameyê, Orhan E. li cihekî ku milet lê bû bi dengekî bilind bi gotina 'Allahû Ekber' bang li hevalekî xwe kiriye û polîsên Şaredariya Schaffhoûsenê jî bi hinceta ku 'aramiya civakê têk biriye' û rêvebernameya polîsan bin pê kiriye, 150 Frank ceza lê birîne.

Orhan E. ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku wê rojê bi gotina "Allahû Ekber" wî silav daye hevalê xwe û di nava Misilmanan de peyva "Allahû Ekber" ji bo silavdanê, her wiha ji ber xweşiya hewayê tê bikaranîn.

Parlamenterek jî ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku polîsan biryara radest dane. Parlamenter got, "Gelek terorîst beriya çalakiyê bike dibêjin 'Allahû Ekber'. Karê ku polîsan ji bo ewlekariya welêt kirin, karekî rast e. Li nava kolanan bi dengekî bilind bikaranîna vê gotinê, tirse berdide dilê civakê û aramiya civakê têk dibe."