Li Sydneyê Kurd û dostên wan ji bo Efrînê daketin qadan
Li Sydneyê Kurd û Evûstralyayî, li dijî dagirkirina Efrînê daketin qadan û banga xwedîderketina li berxwedanê kirin.
Li Sydneyê Kurd û Evûstralyayî, li dijî dagirkirina Efrînê daketin qadan û banga xwedîderketina li berxwedanê kirin.
Li bajarê Sydney a Evûstralyayê Kurdan û dostên wan dagirkirina Efrînê protesto kirin.
Kurd û dostên wan bi pêşengiya Komîteya Jinan a NCDK’ê li Meydana Town Hallê hatin gel hev û berxwedaniya Efrînê silav kirin. Di çalakiyê de ji aliyê aktîvîstên DKTF, Komîteya Rojava Solîdarity û STK’ê ve axaftin hatin kirin.
Axaftvanan di axaftinên xwe de diyar kirin ku divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê vekişin.
Nivîskar Dr. Carol Wynter jî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku şoreşa li Rojava bûye çavkaniyek a hêviyê ji bo hemû jinên hejar.
Her wiha di çalakiyê de piştgirî dan kampanyaya îmzeyan a ku tevgeran jinan dayî destpê kirin û dirûşmeyên “Katîl Erdogan” berz kirin.