Li Sydneyê bernameya Helepçe û Heftiya Lehengiyê

Li bajarê Sydneyê ya Ewûstralyayê bi bo Komkujiya Helepçe û Heftiya Lehengiyê bernameyek hate lidarxistin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) bi bernameyekê bi hezaran kesên ku 16'ê Adara 1988'an ji hêla rejîma Sedam ve bi hezaran kesên ku li Helepçê bi gazên kimyewî hatin qetilkirin, hate bibîranîn.

Di bernameyê de têkilî Heftiya Lehengiyê jî axaftin hatin kirin, bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di bernameyê de qirkirina Sedam Hisên a li ser Kurdan a bi navê Enfalê hate bibîrxistin.

Derheqê Operasyona Enfalê ku heta gihayî Helepçe agahî hatin parvekirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin Kurd hê jî li ber komkujiyan in û hate gotin, ''Helepçe ji bo ku Kurd bibin yek sedem e. Bersiva me ya li dijî van komkujiyan divê berxwedaneke domdar be.''

Ji bo Heftiya Lehengiyê jî Malzûm Dogan û fermandarê Pêngava 15'ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz hate bibîrxistin û hate gotin, ''Heftiya Lehengiyê ji bo gelê Kurd sembolên berxwedanê ne.''

Di bernmeyê de sînevizyonek hate nîşandan û helbesta Şêrko Bêkes ya têkilî Helepçe hate xwendin.