Li Swîsreyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Ocalan hate pîrozkirin

Li bajarên Swîsreyê jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Li gelek bajarên Swîsreyê meclîsên bajaran û meclîsên jinan kongreyên xwe lidarxistin. Piştî kongreyê 4’ê Nîsanê pîroz kirin.

BERN

Li Bernê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê gul avêtin çemê Aareyê ye. Li ser navê meclîsa jinan Hediye Mûnzûr axivî û got “Bi hêviya ku rojbûna Rêbertiyê me bibe sedema azadiya Rêbertiya me, em îro tevî dayikên aştiyê gulan diavêjin çemê Aareyê”

Piştre sînevîzyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate temaşekirin.

BÎEL

Li Bîelê jî gelê Kurd çû ba dara li nêzî golê ya ku di sala 2016’an de ji bo Rêberê Gelê Kurd hatibû danîn û 4’ê Nîsanê pîroz kirin.

ZURÎH

Li Zurîhê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Teko-JIN’ê li Navenda Civakî ya Kurdan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ciwanan diyar kirin ku  ew ê pêngava azadiyê li her derê xurt bikin û Rêbertiya xwe azad bikin.

Di heman demê de li bajarên Lûzern, Solothûrn û Baselê jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.