BI DÎMEN

Li Swîsreyê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê

Li gelek navendên Swîsreyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahî û çalakiyan hat pîrozkirin.

PÎROZBAHIYÊN 4'Ê NÎSANÊ

Li bajarê Solothûrn, Zurîh û Chûr ê Swîsreyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahî û çalakî hatin lidarxistin.

SOLOTHÛRN

Li Solothûrnê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Pinar, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk şahiyek hat lidarxistin û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Di şahiyê de sînevîzyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşandan.

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê Dîlan Çetînkaya axivî. Çetînkaya anî ziman ku Komuna Jinê ya Pinarê nû hatiye avakirin û çalakiya wê ya yekemîn çalakiya 4’ê Nîsanê ye û wiha got: “Ez spasiya hemû hevalên ku ked dane dikim. Careke din rojbûna te pîroz be ey Serokê min. Ev pîrozbahî ne ji bo rojbûna kesekî, ji bo ji nû ve jidayikbûna gelên ku hewl dida bê îhmalkirin e. Îro tava ku li Amarayê derdikeve hemû dinyayê ronî dike. Em çiqas kêfxweş in ku Rêberekî me yê wisa heye. Em serbilind in ku di rêya ku bi rêbertiya me li ber me vekiriye dimeşin.”

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

ZURÎH

Li Zurîhê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DEM-KURD) şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Di şahiyê de sînevîzyon hat pêşandan. Piştre zarokan beşek ji jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin.

Şahî bi gerandina govendê dewam kir.

CHÛR

Li Chûrê jî bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin. Di çarçoveya vejîna gelê Kurd de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qert hatin şandin.